Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ronî Elî: Çi Dewletên Destê Xwe Di Sûriyê De Hene Destê Xwe Di Nav Daiş de Jî Hene


Ronî Elî
Ronî Elî

Şoreșa Sûriyê meha bê dikeve sala xwe ya pêncem û hîn jî çi asoyên çareseriyê ne diyar in û welatên xwedî biryar hîn negihîștine çi biryarê di derbarê dîtina çareseriyeke berbiçav de ji bo rewșa xelkê Sûriyê.

Nivîskarê Kurdê Sûrî Ronî Elî ku li Hewlêr dimîne, ji Dengê Amerîka re ev babet șîrove kir û nebûna çareseriyekê ji bo rewșa heyî vegerand bo nebûna daxwazeke rijdî ji aliyê civaka navnetwî de ku șerê navxweyî rawestîne û got:

”Ji dêvla dîtina çareyekê, wan astengiya heyî birêvebir.”

Elî her wiha ragihand ku opozisyona Sûrî nikarîbû xwe ji nakokiyên xwe rizgar ke û her aliyk ji wê ket himbêza dewletekê ku berjewendiyên wan ne li hev bûn û ev jî bû sedema perçebûna opozisyonê û dirêjbûna șerê Sûriyê.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Ronî Elî SW 2_23_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:49 0:00

XS
SM
MD
LG