Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aloziyên ENKS û Tev-Demê li Rojavayê Kurdistanê Her Bedewam Dikin


Civîna Lêvegera Siyasî li Qamişlo.
Civîna Lêvegera Siyasî li Qamişlo.

Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê rêkeftinek di navbera Tevgera Demokratîk (Tev-Dem) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de ye. Lê her sê partiyên ji ENKS hatine dûrxistin vê nêrînê red dikin.

Cîgerê serokê Partiya Yekîtiya Demokrat ya Kurd li Sûriyê (El Wihde) Mistefa Meşayix ji bo Dengê Emerîka dibêje, "em hîn wek ENKS li xwe dinêrin, em jî ENKS ne ew jî ENKS ne."

Eger ev rewş berdewam bike, hin çavdêrên siyasî dibêjin, wê aliyekî sêyemîn li Rojavayê Kurdistanê ji bilî ENKS û Tev-Dem were ragihandin.

Serokê Partiya Rêkeftin (El Wîfaq) Fewzî Şengalî dibêje, "dema em ne Tev-Dem bin û ne ENKS me qebûl dike, wê demê ji mafê me ye em bibêjin em kî ne."

Pêşeroja rewşa siyasî li Rojavayê Kurdistanê dibe ku nema bi du aliyên siyasî were danasîn, nexasim ku nêrînên ENKS û Tev-Dem yên siyasî dûrî hev in.

Civînên Lêvegera Siyasî li Sûriyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:22 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG