Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fehîm Işik: Ne Operasyon, Lê Xûrtkirina Pêwendiyan Serkeftin e


Operasyona veguhestina cihê gora Suleyman Şah ku şeva 21’ê meha 2 pêk hat, bû sedema dengvedaneke mezin li bîragiştî ya Tirkjîyê û derve.

Hikûmeta Tirkiyê vê operasyona ku piştî zêdebûna xeteriya DAIŞ’ê li herêmê hatiye kirin, wekî serkeftineke dîrokî û qehremanî dinirxîne.

Opozîsyona Tirkiyê jî rexne li hikûmeta AKP’ê dike ku parçeyek erda xwe ya bi peymanên navnetewî hatiye misgogerkirin ji dest berda ye.

Ev operasyona ku bi rêvekirina hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hevkariya rêvebiriya Kantona Kobaniyê pêk hatiye, ji hêla siyaseta Kurd ve jî tê nîqaş kirin ku wek destpêka hevkarî û danûstandina fermî bi Tirkiyê re tê nirxandin.

Nivîskar û rojnamevan Fehîm Işik, nîqaşên li ser vê operasyonê têne kirin û mebesta wê ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

“Bi vê operosyonê re diyar dibe ku Tirkiye piştî têkçûna siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn û Sûriyê siyaseta xwe diguherîne. Ne ev operasyan, lê xûrtkirina pêwendiyan û berdana polîtîkayên şer a li herêmê serkeftin e.”

Birêz Işık, vê operasyonê wekî destpêka xerabûna têkiliyên Tirkiyê yên bi DAIŞ’ê re şîrove dike.

“Ger lihevkirin û danûstandinên bi rêvebiriyên kantonên Rojavayê Kurdistanê re peş bikevin, dibe ku Tirkiye polîtîkayeke nû bide ber xwe.”

Fehîm Işik dide xuya kirin, “Hikûmeta Tirkiyê jibo di hilbijartinan de, dengên zêde bistîne vê operasyonê wekî serkeftineke qehremanî nîşan dide. Lê herkes dizane ku bêyî derbasbûna Kobaniyê û rêvekirina YPG’ê nedikarî vê operasyonê bike.”

Hevpeyvîn bi Fehîm Işik re
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:45 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG