Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Gelo Lêvegera siyasî daxwazeke Kurdî ye An Sepandineke ji Derve ye?


Mehmûd Ebbas, Mizgîn Ehmed û Ebdulbasit Hemo
Mehmûd Ebbas, Mizgîn Ehmed û Ebdulbasit Hemo

Lêvegera siyasî ya Kurdên Sûriyê; gelo ewe çarçoweya ku Kurdên Sûriyê bi deh salan li bendê ne da ku karibin tiwan û șiyanên xwe bikin yek û li gor pêdiviyên evê qonaxa hestdar ji dîroka Kurd bi giștî û ya Sûriyê bi taybetî karê xwe wek lașekî yekgirtî bi rê ve bibin .

An jî wek hemî aliyên dijber li Sûriyê ku piraniya wan ji aliyê hêzên herêmî û navnetwî de tên bi kar anîn; carekê ji bo wan û deh caran jî ji bo parastina berjewendiyên xwe. li gor evê yekê; Lêvegera Siyasî jî daxwaza alî ne derveye ku wan nêzîkî hev bikin da ku zanibin bi wan re bidin û bistînin.

Bi wateyeke din, gelo lêvegera Siyasî lașekî yekgirtî ye ku dê bi awakî normal li ser herdû lingên xwe TEV-DEM û ENKSê bimeșe û di nava evan astengiyan re riya xwe veke. An jî ew du lignên du lașên ciyawazin PDK û PKK û di vê lêvegerê de wek du lingên di solekê de, dê nikaribin çi gavan ber bi pêș ve bavêjin.

Bernameya hest û helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser evê babetê

Endama lêvegera Siyasî ji aliyê TEV-DEMê de rêzdar Mizgîn Ehmed ku li bajarê Qamîşlo, li Sûriyê dimîne

Endamê Mekteba Siyasî ya Partî Demuqratî Kurdistanî- Sûriyê (PDK-S) rêzdar Ebdulbasit Hemo ku li bajarê Mêrdînê li Tirkiyê dimîne

Her wiha siyasetmedar û nivîskarê Kurd rêzdar Mehmûd Ebbas ku ew jî li Bajarê Huston li wîlayeta Texas a Amerîkî dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Sense & Stance 2 _24_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:35 0:00

XS
SM
MD
LG