Karbiestên Amerîkî dibêjin, 3 zilam îro Çarşemê bi tawanên terorîzmê hatin desteser kirin.
Karbidest dîyar dikin ku ew 3 kes hazirî dikirin ku jibo tevlîbûna Dewleta Îslamî herin Sûrîyê û şerê dijî Amerîka bikin.
Akhror Saidakhmetov yê Qazakistanî îro li Firokaxaneya JFK hate girtin, dema wî hewil dida ku li firokeke ber bi Tirkîyê ve sîwar be.
Abdurasul Hasanovich Juraboev yê Ozbek jî li taxa Brooklyn ya New York hate binçav kirin û wî jî amadekarî dikir ku meha tê bifire Tirkîyê.
Kesê sisêyan Abror Habibov, ku jibo alîkarîkirina Saidakhmetov tê sûcdar kirin, li eyaleta Florida hate girtin.
Hate ragihandin ku ew 3 kes derengîya îro derkevin pêş dadgeheke federalî û îhtîmal e heta 15 salan cezayê zindanê li wan bê birîn.