Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Xelo: DAIŞ Dixwaze Şerekî Olî li Herêmên Kurdan Derxîne


Rêxistina terorisim DAIŞ hewil dide ku şerê olî di nav herêmên ne li jêrî kontrola xwe de vêxîne da ku karibe bi hesanî pêşveçûnan di qadên şer de bidest xîne.

DAIŞ jiber wê armanca xwe, êrîş da ser çend gundên Asûriyên Krîstîyan li bajarokê Til Temir û gundên derdora çemê Xabûrê li Heseke ya Rojavayê Kurdistanê.

Di hevpeyvîna Dengê Amêrîka de, Mihemed Xelo, berdevkê ragîhandina Asayîşa Rojavayê Kurdistanê di derbarî rewşa heyî de axivî û hûrbîniyên şer û pevçûnên di qadên şer de ron kir.

"Şervanên Kurd yên YPG û YPJ û hêzên Sûryanî pêşveçûnan li dîjî çekdarên DAIŞê bi dest dixin li herema Xabûrê."

Xelo hişyarî dide ku jiyana girtiyên di nav destê DAIŞê de, di bin metirsîneke mezin de ye.

"Hîn jî cihê wan diyar nebûye, lê hewilên wan hene ku wan bi alîkariya hêzên hevpeymaniya Navnetewî rizgar bikin re.

Mihemed Xelo-02-26-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:09 0:00

XS
SM
MD
LG