Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Poroshenko: Em Amade ne Çekên Giran Vegerînin Enîya Şer


Serokê Ukrayna Petro Poroshenko dibêje, artêşa wî hazir e ku çekên xwe yên giran vegerîne enîya şer li rojavayê welêt.

Birêz Poroshenko dibêje, bi sedema ku serhildayên cudaxwaz agirbesta heyî dişkînin, ew jî amadekarîyê xwe dikin.

Poroshenko îro Înîyê got, artêşa Ukrayna amade ye ku demûdest li hember neyaran bisekine.

Hevdem, berdevkekî artêşa Ukraynî ragihand ku 3 leşkerên hikûmetê pêr hatin kuştin, 7 kesên din jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG