Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Kuba Pêşketinekê di Gotûbêjên Xwe de Pêk Tînin


Aliyek ji gotûbêjên Amerîka û Kuba.
Aliyek ji gotûbêjên Amerîka û Kuba.

Amerîka û Kuba dibêjin ku pêşketin di gera duwem ji gotûbêjên wan de li Washington peyda bûye.

Herdu alî roja Îniyê lihev civiyan da ku egera vekirina balyozxaneyan li Washington û Havana gotûbêj bikin, piştî 50 salî ji nebûna peywendiyan.

Hate gotin ku gotûbêj berhemdar bûn. Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîka Roberta Jacobson, sereke şanda Amerîka, pêşbîn kir ku balyozxaneyên li Washington û Havana ligel lidarketina Hilcivîna Nîsanê ya welatên parzemînên Amerîkayî li Panama, werin vekirin.

Ev gotûbêj beşek in ji însyatîfa Serokê Amerîkî Barack Obama, ya dawîanîna embargoya bazirganî li dijî Kubayê.

Berî rûniştina do Îniyê, Kuba gotibû ku ew pirsgirêka balyozxaneyan bi wê yekê girê dide ka gelo Amerîka Kuba ji lîsteya Wezareta Derve ya welatên sponsoreya terorê dikin derxîne an na.

Lê piştî wê, sereka şanda Kubayê, Josefina Vidal got ku hilanîna Kuba ji wê lîsteyê ne pêş mercek bû jibo nûkirina peywendiyên diplomatîk.

Meha bûrî, Kuba û Amerîka dest bi zincîreke civîn kirin, jibo jinûve damezrandina peywendiyan.

Amerîka li sala 1960 embargoyeke bazirganî danî ser Kubayê û balyozxaneya xwe li wir girt, salekê piştî ku rêberê komunist Fidel Castro hikûmeta bi piştgiriya Amerîka ji desthilatê avêtibû.

XS
SM
MD
LG