Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya HDP û Hikûmeta Tirkiyê Daxwazên Ocalan Ragihandin


Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Yalçin Akdogan roja Şemiyê li Stenbolê bi şandeya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinan pêk tîne re, civînek li ser rewşa dawî ya prosesa aştî û çareseriyê saz kir.

Piştî civînê li ser navê şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, li ser navê hikûmeta Tirkiyê jî Yalçin Akdogan daxuyaniya hevpar ji bîragiştî re ragihandin.

Parlamenterê HDP’ê Onder, daxwazên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên jibo pêşvebirina prosesa aştiyê û çekdanînê hatin parve kirin.

“Ligel hemû astengî û xitimandinan jî pêvajoya çareseriyê gihîştiye qonaxeke cidî û girîng. Ocalan bi taybet dibêje, armanca me ya sereke ew e ku dema em şerê 30 salan dawî tînin, dixwazin xwe bigihînin asta aştiyeke demokratîk. Ew daxwaz ji PKK’ê dike ku li mehên biharê jibo gotûbêjkirina çekdanînê kongreya awarte bicivîne. Ev beyan nîyeteke dîrokî ye.”

Parlamanterê HDP’ê li civînê 10 madeyên ku hikûmeta Tirkiyê û Ocalan li ser pêkanîna wan li hev kirine jî parve kirin.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê jî bi bîr xist ku ew gihîştine qonaxeke girîng di prosesa çareseriyê de.

“Em vê daxuyaniya ku lêzê dide xebatên pêvajoya çekdanînê, şernekirin û sîyaseta demokratîk wekî rêbaz derdixe pêş bi girîngî dinirxînin.”

Akdogan got, “Em wek partî guhertina qanûna bingehîn jibo çareserkirina pirsên bûne girêk li Tirkiyê wek firsendekê dinirxînin.”

Daxwazên Ocalan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:08 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG