Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzer Boga: Bi Qanûna Ewlekariyê re Rewşa Awarte Tînin Hemû Bajaran


Li Tirkiyê nîqaşên li ser Pêşniyar Qanûna Ewlekariya Navxweyî ku ji aliyê partiyên opozîsyonê ve bûye sedema nerazîbûnên tund berdewam dikin.

Heta niha ligel hemû hewildanên parlamanterên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) û partiyên din yên opozîsyonê jî 26 madeyên pêşniyar qanûna ewlekariyê ji parlamenê derbas bûn.

Piştî ku roja Şemiyê daxuyaniya hevpar ya şandeya HDP’ê ya Îmraliyê û hikûmeta AKP’ê ku daxwazên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên jibo çekdanînê û pêşvebirina prosesa çareseriyê hatin ragihandin, guhertina naveroka pêşniyara Qanûna Ewlekariya Navxweyî jî dîsa kete rojevê.

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demirtaş, piştî ragihandina daxwazên Ocalan got, êdî dora gavavêtînê li hikûmetê ye, divê qanûna ewlekariyê jinûve berçav bike.

“Êdî em jibo pêşxistina azadiyan û destpêkirina muzakereyan gihîştine qonexeke krîtîk. Divê hikûmet gavên berçav bavêje û PKK jî amadekariyên xwe yên çekdanînê bide destpê kirin. Pêwîste pêşnîyar qanûna ewlekariyê ku li parlamenê tê gotûbêjkirin jinûve were raçav kirin. Jiber ku ew ne yasayeke ku aştiyê bîne ye.”

Hiqûqnasê Kurd Abdukbakî Boga pêşniryar qanûna ewlekariyê wekî helwesteke dijî aştiya civakî dinirxîne.

“Jiber ku hikûmeta AKP’ê amadekariya sîstema seroktiyê dike, dixwaze sîstemeke otorîter û derveyî mafê mirovan bîne. Lewma jî dixwaze vê qanûnê beriya hlibijartinê li hember derdorên dijî kiriyarên hikûmetê derkevin bikar bîne.”

Parêzer Boga dide xuya kirin, bi vê qanûnê re erka dozger û dadgehan didin walî û qeymaqaman ku dixwazin hemû bajarên Tirkiyê bi rewşeke awarte werin birêvebirin.

“Hikûmeta AKP’ê bi vê pêşniyar qanûnê re eşkere dike ku ew ne demokrasî û azadiyan, otorîterbûnê dixwazin. Dîsa tê wê maneyê ku bi rêbazên aştiyane çareserkirina pirsa Kurd red dike.”

Hêjayî gotinê ye, piştî daxuyaniyên dawî yên hikûmet û HDP’ê tê pêşbînikirin di vê pêşniyar qanûnê de paşve gav were avêtin û karbidestên AKP’ê hevdîtinan ligel partiyên opozîsyonê bidin destpê kirin.

Raportek li ser Pakêta Ewlekariyê li Tirkiyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:57 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG