Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Gedo: Piştgiriya Navneteweyî ya Kurdan li Dijî Daîşê ji Berjewendiya Civaka Navneteweyî Ye


Şervanên YPG, YPJ ligel alîkariya xelkê deverê, çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş) bi paş de birine û ev serkeftin gelekî girîng tê dîtin, jiber ku riya sereke li navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê kontrol dike.

Berpirsê têkeliyên derve li Kantona Cizirê Salih Gedo di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka dibêje, Kurd li Rojava û Başurê Kurdistanê xwedî bandora her sereke ne di şerê dijî terorê de.

Birêz Gedo herwiha got, gerek e civaka navneteweyî bizane ku Kurd şerê terorê dikin, lewra pêdivî ye bi awayekî baştîr alîkarîya wan bête kirin.

Birêz Gedo herwiha spasiya welatên Rojava kir, li ser rola wan di êrîşên asmanî li dijî Daîş de.

Hevpeyvin digel Salih Gedo
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:47 0:00

XS
SM
MD
LG