Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fehîm Îşik: KCK Razî ye li ser Destberdana Çekan


Li vê dema rêberê PKK Ebdula Ocalan beyannameke10 xalî jibo pêvajoya aştiyê radigihîne, serokê Tirkiyê di daxuyaniyekê de dibêje, eger şervanên PKK dest ji çekan berdin ev nayê wê wateyê ku leşker û polîsê Tirkiy dest ji çekan berdin.

Rojnamevan Fehîm Îşik di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka dibêje, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji berî niha de gotibû, ewê razî bibe li ser destberdana çekan, jiber ku çek jibo demekê û pêdiviyekê dihate bikar anîn, lê gerek e hikûmeta Tirkiyê pêngavan jibo aştiyê bavêje.

Birêz Îşik da zanîn ku MHP û CHP beyannameyeke tund li dijî AKP, PKK û pêvajoya aştiyê ragehandine, lê merema wan ew e ku li hilbijartinan ji vê yekê qezenc bikin.

hevpeyvin digel Fehim Îşk
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:28 0:00

XS
SM
MD
LG