Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry Berevaniya Îsraîlê li Pêş Civata Mafên Mirov ya NY Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry îro Duşemê berevaniya Îsraîlê li pêş Civata Mafên Mirov ya Neteweyên Yekbûyî kir û got ku “baldariyeke nebalanskirî” li ser Îsraîlê heye.

Berevaniya Kerry jibo Îsraîlê hate, li vê dema ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu xwe jibo gotarekê li pêş rêxistineke ser bi Îsraîlê ve îro Duşemê amade dike û jibo gotareke din li pêş Kongresa Amerîkî sibe Sêşemê.

Di gotara xwe de li Jinêvayê, birêz Kerry bal kişand ser rola rêxistina NY ya ronîavêtina ser binpêkirinan, lê wî pirsî çima hergav Îsraîl dibe cihê baldariya vê civatê.

Wezîrê Derve yê Amerîka got ku ev balkişandina hergav li ser Îsraîlê rastgoya Civata Mafên Mirov ya NY kêm dike.

Wî herwiha got ku Amerîka dê rekorda Îsraîlê ya mafên mirov bide ber çavan, lê ew qet hewil nede ku bi awayekî bêserûber û berdewam Îsraîlê nerewa bike.

XS
SM
MD
LG