Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporteke NY: Divê Derbaskirin û Derxistina Çekan li Lîbya Were Kontrolkirin


Nexşeya Lîbya.
Nexşeya Lîbya.

Raporteke nû ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje, karîn û şiyana Lîbya jibo rêlibergirtina derbaskirin û derxistina çekan ji welêt “hema tune” ye.

Raporta ku ji aliyê jimareke pispor ve hatiye afirandin, pêşniyara damezrandina hêzeke deryayî ya çavdêr dike jibo ku alîkariyê bide hikûmeta Lîbyayê ku rê li ber çûnûhatina çekan û derfirotina neyasayî ya nefta welêt bigire. Lîbya xwedî nefta xav ya herî zêde li Afrîkayê ye.

Civaka navneteweyî bi derketina vê dawiya ya rêxistinên ser bi Dewleta Îslamî (Daîş) ve li Lîbyayê haydar bûye. Lîbya bi du hikûmetên hevrik û jimareke mîlîşya hatiye parçekirin.

Amerîka û welatên din xemê dixwin ku çi çekên jibo hikûmeta ser bi Rojava ve were pêşkêşkirin, ewê di dawiyê de têkevin destên kesên rikaber.

Vê mehê, Lîbya daxwaz ji Civata Ewlekariya NY kir ku embargoya çekan ji ser welêt hilîne. Ev yek hat, piştî ku çekdarên ser bi Daîş ve 21 Quptiyên Misirî yên Krîstiyan li rojhilatê Lîbyayê serjê kirin.

XS
SM
MD
LG