Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muhsîn Kizilkaya: Yaşar Kemal Homerosê Duyemîn Bû


Cenazeyê romanivîsê navdar Yaşar Kemal ku navê xwe li cîhana wêjeyê bi tîpên zêrîn nivîsandiye roja Duşemê bi merasîmeke bi heybet li Stenbolê hate binaxkirin.

Li dema merasîma xatirxwestina Yaşar Kemal, ji xeynî bi hezaran xwendevanên wî, gelek nivîskar, siyasetvan û hunermendên Kurd, Tirk û biyanî amadehî kirin.

Nivîskarê Kurd Muhsîn Kizilkaya ku dostekî nêz yê Yaşar Kemal bû, li dema rakirina cenazeyê ji Dengê Amerîka re li ser jiyan û serboriya wî peyivî.

“Yaşar Kemal her ku bi eslê xwe Kurd e, wî bi Tirkî derd û êşên hemû mirovatiyê anîn ziman. Yaşar Kemal Homerosê duyemîn e li dinyayê. Wî heta 9 saliya xwe tenê bi Kurdî dizanî. Jiber ku wê demê henekê xwe pê kirine û jê re gotine tu mîna Ermeniyan dipeyivî ji Kurdî dûr ketiye. Piştî hevnasîna bi min û Mehmed Uzun re li Kurdiya xwe vegeriya. Ji keça rehmetiyê Mehmed Uzun Zeryayê re digot, ‘Tu mamosteya min î’. Wî di ciwaniya xwe de Kurdbûna xwe nejiya, lê di kalîbûna xwe de bi me re Kurdbûna xwe jiya.”

Kizilkaya bi bîr dixe, gelek heval û dostên Yaşar Kemal yên ku niha li goristanê ne, dema nivîsa wî ya Der Spiegel a 1995’an li ser pirsa Kurd hatibû belavkirin dijminatiya wî kiribûn.

“Roja ku Yaşar Kemal çû ser dilovaniyê, di navbera dewleta Tirkiyê û şervanên Kurd de jibo aştî pêk were peyamek hate ragihandin. Pirtûka wî ya bi navê ‘Çemê Firatê bi xwîn diherike lê binêre’ heye. Ez jî ji Yaşar Kemal re dibêjim, ‘Em ketine ser rêya aştiyê lê binêre’.”

Muhsin Kizilkaya li ser dostaniya xwe li ser dostaniya bi Yaşar Kemal dibêje, “Dema em û wî û Mehmed Uzun dihatin ba hev ji min dixwest ez strana ‘Bejnê’ jê re bistirim. Ji min re digot, dema tu distrî dengê diya min tê ber guhê min.”

Nivîskarê Kurd Orhan Mîroglu jî li dema merasîma cenazeyê ji Dengê Amerîka re diyar dike, “Yaşar Kemal ne tenê nirxekî edebiyata Tirkî ye, herwiha yê edebiyata Kurdî ye. Ew ê bi berhem û ramanên xwe tim li nav civaka Kurd û Tirk bijî.”

Nivîskarê mezin 28’ê Sibat a 2015’an piştî 45 rojên li nexweşxaneya Unîversîteya Stenbolê 92 salî jiyana xwe ji dest da.

Wî digot, ‘Yên pirtûkên min bixwînin bila nebin qatil û kesî nekujin’.

Yaşar Kemal di berhemên xwe de, her çiqas behsa lehengiya Kurdan û xelkê Anadolê dikir jî her tim bi nivîsên xwe dixwest ku aştî û pêkvejiyana hemû ol, bawerî û netewan û sirûştê li cîhanê bibe serdest.

Peyamnêr Salih Turan
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:10 0:00

XS
SM
MD
LG