Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Êrîşekê Li Ser wî, Rewşa Balyozê Amerîka Li Koreya Başûr Baş e

South Korean men watch a TV news program reporting U.S. Ambassador to South Korea Mark Lippert injured in a knife attack at Seoul railway station in Seoul, South Korea, Thursday, March 5, 2015. Lippert was slashed on the face and wrist by a man wielding a

Piștî ku êrîșkerekî li paytexta Koreya Bașûr Seoul bi kêrî li dest û ruyê Balyozê Amerîka li wir da, balyoz Mark Lippert ragihand ku rewșa wî bașe û moralê wî bilinde.

Lippert ku li nexweșxanê dihat dermankirin li ser Twîtter nivîsand ku ew û malbata xwe bi kûranî bi piștgiriya ku ji bo wan bûyî hest bûn û wê zû vegere ser karê xwe ji bo pêșvebirina pêwendiyan di navbera Amerîk û Koreya Bașûr de.

Hin kesên ku li wir bûn gotin êrîș li ser balyoz hat di dema taștê de, ku li gor polîs mêrekî 55 salî bi navê Kim Ki-Jong bi kêreke 25 cm êrîșî wî kir. Dezgehên ragihandina Koreya Başûr belavkirin ku Kim Ki-Jong kir qîrîn û got,” pêwîste Koreya Bakur û ya bașûr bibin yek.”

Seroka Koreya Bașûr Park Geun-hye got ev êrîș, êrîșeke li ser hevbendiya Koreya Başûr û Amerîka.

Ji aliyê xwe ve, peyvdarê Wezareta Derve ya Koreya Bașûr Noh Kwang-il got wê her gaveke pêwîst bavêjin da ku parastina șandên dîplomasî gerantî bikin.

XS
SM
MD
LG