Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Amerîka ligel Berpirsên Kendava Ereb Kom Dibe


Wezîrê Derve yê Amerîka ligel berpirsên Kendava Ereb kombûnekê li dar dixe ku ronî dide ser programa navokî ya Îranê û xemên welatên Kendava Ereb di vê derbarê de.

Kerry, roja Çarșemê gihîșt paytexta Erebistana Siûdî piștî sê rojan ji kombûnan ligel wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf li Swîsrayê.

Giftûgo hatin li darxistin di demeke hestdar de. Amerîka û hêzên cîhanê yên din hewil didin ku berî dawiya vê mehê bigihin rêkeftinêkê. Berpirsekî mezin yê wezareta derve ya Amerîka roja Çarșemê diyar kir ku Serok Barack Obama dê li dawiya Adarê nirxandinekê bike ka hêjaye axaftin di vê derbarê de berdewam bin an na.

Li Erebistana Siûdî, Kerry hewil dide ji Civata Hevkariya Kendavê re dupat bike ku rêkeftin ligel Îranê dê çi bandora xwe li ser seqamgîriya herêmê nebe.

XS
SM
MD
LG