Encûmena birêvebirina Yekîtiya Ewropa îro îniyê ragihand ku wan asta sizayan li ser rejîma Sûrî bilind kiriye.
Di encamê de 7 kesên din ketine lîsta sizayan, li kêleka 6 saziyên din wekî bank û kompanyên Sûrî.
Hîn navên wan kesan diyar nebûye, lê wê di daxuyaniyeke fermî de sibê Şemiyê bên belavkirin.