Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daîş Devereke Arkyolojî li Îraqê Wêran Dike


Dîmeneke Nemrûdê ji arşîvê.
Dîmeneke Nemrûdê ji arşîvê.

Seroka rêxistina UNESCO ya NY, wêrankirin û herifandina bajarê Aşûriyan yê dîrokî (Nemrûd) li Îraqê, li ser destê çekdarên Daîşê, şermezar kir û got ku wêrankirina bi pîlan ya çand û kultûra dîrokî tawanke ji tawanên şer e.

Seroka Rêxistina perwerde, zanist û kultûrê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) Irnia Bokova îro Îniyê got ku rêxistina wê kar û xebata xwe dike da ku şûnmayên Îraqê ji wêran û talankirinê biparêzin û van kiryaran tevde bi belge bikin.

Xanim Bokova herwisa got ku parastina şûnmayên dîrokê, erkê serok û rêberên herêmê ne û divê ev kes bi rola xwe rabin.

Çekdarên Daîşê do Pêncşemê dest bi wêrankirin û herfandina Nemrûdê kirin, di zincîra xwe de ya wêrankirin û talankirina kevnemayênê dîroka Îraqî.

Wezîrê Geştûguzarî yê Îraqê got ku Daîş bi van karên xwe yên dijî dîrok û kultûrê, li hember mirovahiyê derdikeve.

Ji aliyekî din ve jî gelek ji dîroknas û zanayên şûnemayên dîrokî gotin ku ew kar li ber çavan bû, lê tu kar ji bo parastina wê nebû û ev yek "jidestbirineke mezin bû ji sermiyanê dîroka Îraqê û cîhanê jî."

XS
SM
MD
LG