Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helbestvan Îmad Mûsa Behsa Pirtûka Xwe ya Nû Dike


Îmad Mûsa ji bajarê Amûdê ye.
Îmad Mûsa ji bajarê Amûdê ye.

Helbestvan Îmad Mûsa dîwaneke helbestan bi zimanê Erebî belav dike. Dîwana bi navê "Wekî Esmanekî Dawî" ya duwemîn e ku ji aliyê helbestvanê Kurd ve tê afirandin.

Berga pirtûka Helbestvan Îmad Mûsa.
Berga pirtûka Helbestvan Îmad Mûsa.

Di dîwana xwe ya nû de, birêz Mûsa gelek mijaran tevlihev dike. Hêvî, bêhêvî, evîn, xewn, jiyan û surişt hemû bi hev re hêmanên sereke ne ku helbestvan wan wekî alavên girîng di nav dest xwe de bikar tîne.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Mûsa behsa prosesa avakirina helbestê dike û balê dikişîne ser gelek qorzîkên ku bi hev re helbesteke modern ava dikin.

Îmad Mûsa kurê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Ew dibêje, çiqasî mirov li cîhanê bigere, ewê dawiya dawî li hêlîna xwe vegere.

Bêtir agahî û şiroveyên li ser helbestên Îmad Mûsa di dirêjahiya vê hevpeyvînê de guhdarî bikin.

Hevpeyvîn bi Helbestvan Îmad Mûsa re
please wait

No media source currently available

0:00 0:17:02 0:00

XS
SM
MD
LG