Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsê Koreya Başûr Peywendiya K. Bakur bi Êrîşa li ser Balyozê Amerîkî Vekolîn Dike


Balyozê Amerîka li K. Başûr Mark Lippert piştî êrîşê.
Balyozê Amerîka li K. Başûr Mark Lippert piştî êrîşê.

Polîsê Koreya Başûr îro Îniyê ragihand ku ew peywendiya Koreya Bakur bi êrîşa ser balyozê Amerîka li Seolê vekolîn dike.

Hikûmeta Koreya Başûr dibêje, belkî êrîşbirê bi navê Kim Ki-Jong bi tawana kuştinê bê sizadan, piştî ku bi kêrê êrîşî Mark Lippert balyozê Amerîkî kir û ruwê wî birîndar kir. Ewê 80 kêl werin xwestin heta ku ruwê wî rehet bibe.

Ji aliyê xwe ve, bergumanê vê êrîşê got ku tu girêdana Koreya Bakur bi êrîşê tune ye.

Ajansa fermî ya nûçeyan li Koreya Bakur bersivek li ser vê êrîşê da û got ku ew cezayê van rahênanên leşkerî ye di navbera Koreya Başûr û Amêrîka de.

Serokê Polîsê Seolê dibêje ku Kim Ki-Jong, ji 1999 ta 2007an de 7 caran derbasî Koreya Bakûr bûbû.

Li aliyekî din, Mark Lippert balyozê Amerîkî do Pêncşemê diyar kir ku rewşa wî baş e û ewê vegera ser karê xwe jibo pêşxistina peywendiyên Amerîka û Koreya Başûr.

XS
SM
MD
LG