Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leșkerên Chad û Niger Bajarekî Nigeria Ji Bin Destê Çekdarên Boko Haram Rizgar Dikin.


Leșkerên welatên Chad û Nîger, bajarê Damasak yê bakurê rojhilata Nigeria ji bin destê çekdarên Boko Haram rizgar kirin.

Bi destxistina bajarê li ser sînorê Niger û Nigeria, serkeftina yekem e ji bo êrîșên hevbeș dijî çekdaran ku Chad û Niger li wîlayeta Borno ya Nigeria birêve birin di van rojên dawî de.

Çavkaniyên Chadî dibêjin derdora 10 leșkerên Chadî hatin kuștin û 20ên din jî birîndar bûn, di șerê rizgarkirina bajêr de. Hin çavkaniyên din gotin bi kêmanî 200 șervanên Boko Haram hatin kuștin lê çi piștraskirinên serbixwe nebûn ji bo vê jimarê.

Peyvdarê artêșa Chadî General Chris Olukolade, di axaftina xwe de li gel Dengê Amerîka roja dușemê ragihand ku Nigeria piștgiriya êrîșê dike.

Artêș hewil dide ku aramiyê li navçeyên di bin destê Boko Haram de bisepîne ji bo ku Hikûmet karibe hilbijartinên perleman û serokatiyê li darxe, ku biryarbû meha borî biahtana lidarxistin lê hatin ragirtin bo 28ê Adarê.

XS
SM
MD
LG