Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Nameya Senatoran Nîşan Dide ku Amerîka Necihê Bawerê ye


Wezîrê Derve yê Îranê îro got, nameyeke grupek Senatorên Komarî yên Amerîkî hîşdariyê dide ku îhtîmala rêkeftinek navokî digel Îranê renge bidawî bê demê serokatiya Serok Barack Obama bidawî tê ku eve jî nîşan dide ku Amerîka cihê bawerê nîne.

Li Tehranê, Mohammad Javad Zarîf gote Civata bilind ya melayên Îranê, Civata Xibrêgan, nameya 47 Senatorên Amerîkî, tiştekê nebûye û nedîplomsîyete. Wî got, “di rastîyê de ev name dibêjte me ku em nikarin baweriyê bi Amerîka bikin.“

Senatorên Amerîkî roja Dûşembî di wê namê de hîşdarî da rêberên Îranê ku her rêkeftineka Serok Obama digel Îranê bike renge bitenê heta dawya serokatiya wî li despêka sala 2017 berdewam be.

XS
SM
MD
LG