Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tariq Herb: Heşd Şa’abî Handerên Leşkerê Îraqê Bûn Heta Pêşve Herin


Dr. Îbrahîm Ehmed Simo: Rolê êlên Erebên Sûnnî pozitîve di şerê DAIŞ de.

Hêzên hikumeta Îraqê bi hevkarî digel hêzên binavê Heşd Şa’abî û êlên Erebên Sûnnî hêrîşî milîtanên Dewleta Îslamî DAIŞ dikin li parêzgeha Tikrît. Li gora raportan ew hêz derbên giran li DAIŞ di din. Karbidestên Îraqê şanaziyê bi wê hevkariyê dikin û hîvî dikin li deverên dî yên Îraqê ew havkarî bibe nimûneyek serkeftî.

Tariq Herb, vekolerê siyasetê li Bexdayê gote Dengê Amerîka, Heşd Şa’abî hander bûn ji hêzên leşkerê Îraqê û hêzên polîsan re heta berev pêş herin. Endamê perlemanê Herêma Kurdistanê Dr. Îbrahîm Ehmed Simo hevbîre li ser rolê pozitîv yê êlên Erebên Sûnnî, lê dibêje divê hêzên Heşd Şa’abî ji deverên Sûnniyan derkevin piştî tên rizgar kirin heta rê li azirandina nehezîyên nijadî bê girtin.

Jibo guhdarîkirna raporta Dexîlê Şemo fayilê deng veke.

Besdariya Suniyan di Serê DAIS de
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:38 0:00

XS
SM
MD
LG