Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

John Kerry Dibêje Ne Diyare Ku Rêkefin Li Gel Îranê Di Dema Wê De Pêk Bê


Iran map
Iran map

Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry dibêje ne diyare ku Amerîka û hêzên cîhanî yên din dê karibin bigihin rêkeftinekê bi Îranê re li dor programa wê ya navokî berî dema wê ya dawî di 31ê adarê de.

Di axaftina xwe ya îroj șemiyê de li bajarê Sharm el-Sheikh Kerry got aramanca evan guftûgoyan ewe ne tenê bigihin rêkeftinê belê bigihin rêkeftina durist.

Kerry her wiha got

“Me hin pêșketin bi dewst xistin lê hîn hindek bendên girîng li darin, û bijarên girîng pêwîstin ji bo Îranê ku gavan pêșve bavêje.”

Kerry nameya ku 47 sînatorên komarî șandî ji Îranê re wek kospekê di vê derbarê de anî ziman.

Hêjayî gotinê ye, Amerîka û pênc hêzên mezin yên din pêșbînin ku guftûgoyan li gel Îranê bikin roja yekșemê li bajarê Lozanê li Siwîsera.

XS
SM
MD
LG