Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Adem Geverî: Di Rêkeftina Hilbijartinê de 2 Xetên Me yên Sor Hene


Hereketa Azadî ku ligel KCD, DBP, OSP û DDKD bi Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) re jibo hilbijartina 7’ê Hezîran a 2015’an rêkeftin çêkiriye, li Stenbolê bernameyeke danasînê saz kir.

Axaftina vekirina bernameyê ji alîyê Sekreterê Hereketa Azadî yê Stenbolê Parêzer Mahmut Baran ve hate kirin ku mebest û armancên Hereketa Azadî bi beşderan re hatin parve kirin.

Di bernameyê de, bi giştî helwest û xebatên sîyasî û civakî yên Hereketa Azadî hatin rave kirin ku Hereketa Azadî wek bizaveke îslamî û Kurdistanî ya doza maf û azadîyên gelê Kurd dike hate nirxandin.

Sekreterê Giştî yê Azadî Adem Geverî piştî bernameyê li ser tifaqa hilbijartinê ji Dengê Amerîka re peyivî.

“Di rêkeftina hilbijartinê de jibo me 2 xetên sor hene. Yek jê mafên Kurdan yên ziman, perwerde, nasname û statuya sîyasî ye. Ya diduyan jî di sîyaseta Kurd de avakirina rikeberîyeke demokratîk e.”

Birêz Geverî got, “HDP benda hilbijartinê derbas bike jî neke jî em hêvîdar in ev tifaq bibe sedema vekirina rêyên demokratîk ku em bikarin azadîya gelê Kurdistanê bi dest bixin.”

ST_3_15_2015
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:25 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG