5 xulekên bêdengîyê li sertaserî herêma Kurdstanê li demjimêr 11 Spêdê wek wefadarî bu qurbanîyên kîmîabarana Helebçe destpêkirin.
Hemû livîn û hatin û çûn hatin rawestandin digel dengê tirmbêlên hewarhatinê û hatin û çûn û polîsan. Eve wek nerîtek salane li 16 meha 3 dihêtekirin.
Ji kîmîabarana sala 1988, îro Helebçe berev avedanî û parêzgehbûnê diçe. Divê rujêda bizanîn xelk çi dibêjin : îro bi parêzgehbûna Helebçe hind birînên kes û karên şehîdên kîmabarana Helebçe derman dibin.