Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê bi Bernameyekê Helebçe Hate Bîranîn


Komkujiya Helebçeyê ku 27 sal berê li 16’ê Adar a 1988’an bi kîmyebarana firokeyên rejîma jinavbirî ya beas bêhtirî 5 hezar Kurd hatibûn kuştin, tê yad kirin.

Li Stenbolê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi beşdariya Serokê Giştî Mustafa Ozçelîk û rêvebirên partiyê, li salona avahiya rêxistina bajêr ya Stenbolê bi minasebeta salvegera Komkujiya Helebçe bernameyeke bîranînê saz kir.

Cîgirê Serokê PAK’ê Mehmet Gul, semînerek li ser jenosîdkirina xelkê Helebçe û dîroka komkujiyên li ser Kurdan pêk hatine pêşkeş kir.

“Komkujiya Helebçe li ber çavê hemû dinyayê ji aliyê hêzên Sedam ve pêk hat ku piraniya wan jin û zarok nêzî 7 hezar Kurdên bê guneh hatin kuştin. Ger zanyar û lêkolîner li ser vê karesatê bikolin wê bibînin ku encamên komkujiya Helebçeyê ji yên Nagazakî û Hîroşîmayê girantir in. Hê jî ev trajedî tevî hemû birînên xwe berdewam e.”

Di bernameya ku ji aliyê Serokê PAK’ê yê Stenbolê Alî Fikrî Işik ve hate birêvebirin de, beşdaran jî hestên xwe li ser Komkujiya Helebçeyê parve kirin.

Serokê Giştî yê PAK’ê Mustafa Ozçelîk, li ser salroja Komkujiya Helebçe ji Dengê Amerîka re peyivî.

“Jenosîda Helebçeyê jibo Kurdan destpêkek bû. Piştî vê qirkirinê li Başûrê Kurdistanê rêya dewleta federalî hate vekirin. Bi vê karesatê re qedera gelê Kurdistanê ya sed salî hatiye guhertin. Lewra îro ji aliyê gelek dewletan ve wek jenosîd tê binavkirin.”

Birêz Ozçelîk got, “Berevajî serdema ku Komkujiya Helebçeyê pêk hatiye niha li Kobaniyê û Şingalê bi hevgirtina Kurdan rêya serkeftinê vebûye. Êdî dinya ne ew dinya berê ye. Niha di şerê dijî DAIŞ’ê de piştgiriya Kurdan tê kirin.”

Peyamnêr Salih Turan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:43 0:00

XS
SM
MD
LG