Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komkujiya Helebçê Li Amedê Hat Bîranîn


Rêxistin û partiyên Kurdan bi çendîn bernameyan li Amedê Komkujiya Helebçê bîranîn. Ev sal jî peykerê Komkujiya Roboskê ya li taxa Peyasê bû navenda bîranînê.

Ciwanên ku ji çar perçê Kurdistanê hatibûn Amedê û beşdarê Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bibûn, bi daxuyaniyek komkujiyê şermezar kirin û qurbaniyan bibîr anîn. Li ser navê ciwanên ji Başûrê Kurdistanê Hemîn Emîn, destnîşan kir ev roj li ser xaka Kurdîstanê êrîş pêk tên, peşmerge û gerilla di heman sengê de parastina xaka xwe û gelê xwe dikin.

Mîrza Bîlen jî li ser navê ciwanên bakurê Kurdistanê axivî û got Kurd di pêvajoyek girîng de derbas dibin, ger dest bidin hev wê carek din li ser gelê Kurd komkujî wê pêk neyên. Ciwanên Kurd bang li partiyên siyasî yên Kurdan kirin da ku rojek beriya rojekî Kongra Netewî pêkbînin û kurdistanê rizgar bikin.

Partiya Herêmên Demokrat (DBP) jî li ber peykerê komkujiya Roboskê bernameyek bîranînê lidarxist. Hevserokê DBPa Amedê Mehmet Ali Şimşek destnîşan kir çawa ku 27 sal berê li ser Kurdên Helepçê komkujiyek rû da, di dema me de jî heman feraset li Şengal û Kobaniyê de carek din derket holê. Lê tekoşîna gelê Kurd bike ku paşeroj dê bibe ya Kurdan.

Parlamenterê HDPê yê Wanê Kemal Aktaş jibo 16ê Adarê roja Komkujiya Helepçê weke "Roja Qirkirina Kurdan" bê qebûl kirin, pêşniyar qanûnek pêşkêşê parlamenê kir.

peyamnêr Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:50 0:00

XS
SM
MD
LG