Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Piștî Çar Salan Ji Șoreșa Sûriyê Gelo Çi Çareserî Diyarin?


Mistefa Cum'a û Nasir Hec Mensûr
Mistefa Cum'a û Nasir Hec Mensûr

Piștî çar salan ji șerekî berferh li Sûriyê ku bêhtirî 200 hezar kes jiyana xwe ji dest dan, bi milyonan xelk bê șûn û war man û sernaserî welat rastî wêraniyeke bêhûde bû. Gelo berê vî șerî li kuye û hîn çi maye ku nehatiyê serê xelkê Sûriyê?

Di hevdîtinekê de berî du rojan Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry got Amerîka dawiya dawî divê bigihe rêkeftinêkê ji bo guhestineke siyasî ji desthilatê re li Sûriyê.

Serokê Sûriyê Beșar El-Esed jî wekû bersiv ji bo Kerry got em hîn daxuyaniyan dibihîsin, pêwîste em çavdêriya kiryaran bikin û piștre biryarê bidin.

Beșar El-Esed ta kîjan astê piștrast e ji axaftin û kiryarên xwe, wek serokê welatekî ku bû sedema șerekî li herêmê bi tevahî û nakokiyan di navbera gelek hêzên mezin de û ew hîn jî li ser desthilatê ye û ne xema wî ye çi dibe.

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan vê babetê ronî dike

Endamê mekteba siyasî ya partiya Demuqrat a Kurdistan -Sûriyê (PDK-S) rêzdar Mustefa Cum’a ku li Nerwîj dimîne; û serokê nivîsîngeha pêwendiyan di komîta berevaniya Kantona Cizîrê de rêzdar Nasir Hec Mensûr ku li bajarê Qamîșlo dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Sense & Stance 3_17_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:22:12 0:00

XS
SM
MD
LG