Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tûnis 9 Kes bi Girêdayî Qirkirina Muzexanê Desteser Dike


Karbidestên Tûnisî 9 kes, bi girêdayî qirkirina dohî ya li muzeyeke paytaxt, desteser kirin ku 23 kes tê de hatibûn kuştin.

Lê, karbidest li ser nasnameya wan kesan ti hurgilî nedan.

Çend seet piştî êrîşa roja Çarşemê, karbidestên hikûmetê gotibû ku polîs li wan kesan digere ku alîkarîya 2 êrîşvanan kirine.

Karbidestan ragihandibû ku navê êrîşbiran Yassine Laabidi û Hatem Khachnaoui ne û ku her du jî di operasyona hêzên ewlekarîyê de hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG