Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Tûnisê: Êrîşbirê Sêyem yê Mûzexaneyê Reviyayî Ye


Serokê Tûnisê dibêje, êrîşbirekî sêyem di êrîşa li ser mûzexaneya Bedro de hîn reviya ye. Wî ragihand ku welatê wî nuha di şerekî de ye ligel radîkalên ku 21 kes li yek ji navendên kuturî yên herî navdar yên Bakurê Afrîkayê kuştin.

Serok Bejî Kayed Essebsî got ku di wê êrîşê de sê êrîşbir hebûn û yê sêyem reviya ye. Serokê Tûnisê ev axaftin bi awayekî zindî ji nav mûzexaneyê kir bi riya televizyona iTele ya Fransî.

Wezareta Hundir ya Tûnisê wêneyên kamereyên ewlekariyê yên êrîşa Çarşemê belav kir ku tê de du mêrên bi tiving li nav mûzexaneyê piyase dikirin. Piştre kesekî sêyem gihişte wan û piyasa xwe berdewam kirin.

Polîsê ku gihiştin cihê bûyerê du çekdar kuştin. Nasnameya wan Tûnisî bûn û li Lîbyayê hatibûn rahênan.

Serokê Tûnisî got, radîkalên ku 3 hezar Tûnisî amade kirine jibo li Sûriyê û Îraqê şer bikin, ti peywendî bi old û baweriyên Îslamê tune ne. Wî got, welatê wî bi van kesan re di nav şer de ye.

XS
SM
MD
LG