Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Rojava li Stenbolê Newrozê bi Xemgînî Pîroz Dikin


Kurdên Rojava li Stenbolê.
Kurdên Rojava li Stenbolê.

Li Stenbolê penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê tevî xemgînî û şîna qurbaniyên êrîşa terorîstî ya li bajarê Hesekê Newroz bi ahengên cuda pîroz kirin.

Penaberên Kurd li Stenbolê li çend cihên cuda bi malbatî cejna Newrozê pêşwazî kirin.

Êrîşa xwekujî ya li Hesekê ku bi dehan kuştî û birîndar li pey xwe hiştin, bû sedema şînê li ser penaberên Kurd.

Penaberan ligel şîna Hesekê jî Newroz wek cejneke netewî pêşwazî kirin û li gor derfetên xwe pîroz kirin.

Li Stenbolê Komeleya Can ya Kurdên Sûriyê, bi beşdariya hunermendên Kurdistana Sûriyê, nûnerên partiyên siyasî û malbatên penaberan bernameyeke şahiyê li dar xist.

Li vê bernameyê êrîşên li Hesekê hatin şermezarkirin û peyama piştevaniya berxwedana dijî terora DAIŞ’ê ya gelê Rojavayê Kurdistanê hate dayîn.

Hunermenda Cejna Newrozê Hêvî Sadiq Gêlo, hestên xwe bi Dengê Amerîka re parve kirin û ligel pîrozkirina cejnê êrîşa Hesekê şermezar kir.

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Bavê Helebçe jî got, “Îro hem xemgînî hem jî şahî li dar e. Heta em hebin çi li penaberîyê çi li welat em ê Newrozên xwe pîroz bikin.”

Berpirsê ofîsa Encûmena Niştîmanîya Kurdistana Sûriyê ya Stenbolê (ENKS) Şivan Cizîrî ji Dengê Amerîka re wiha peyivî.

“Herku me jiber êrîşa terorîstî ya li Hesekê nexwest ti bernameyên Newrozê li dar bixin jî em wek nûnerên partiyan gelê xwe bi tenê nahêlin û beşdarî bernameyên cejnê dibin.”

Ji xeynî bernameyên cuda yên pîrozbahiyan, li Stenbolê ahenga herî mezin ya cejna Newrozê îro Yekşemê li meydana Kazliçeşme bi beşdariya Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demirtaş tê pîroz kirin.

Newroz li Stenbolê
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:36 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG