Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partiya Sarkozy Gera Yekem ya Hilbijartinên Xwecihî li Fransayê Bidest Dixîne


Partiya UMP ya parêzkar li Fransayê bi serkêşiya Serokê berê Nicolas Sarkozy, rêza yekem di hilbijartinên xwecihî yên welêt de cih girt.

Ne dihate çaverê kirin ku partiya Sosyalist ya Serok Francois Hollande di van hilbijartinan de biserkeve, lê wê bang li welatiyên Fransî kir ku deng bidin û nehêlin ku Partiya Bereya Niştimanî ya Maine Le Pen biserkeve.

Li gorî pêşbîniyên destpêkî, UMP 31 ji sedî ji rêjeya dengan bidest xist, li dema ku Bereya Niştimanî 24 ji sedî bidest xist. Partiya Sosyalist ya desthilatdar jî 19 ji sedî bidest xist.

UMP û Sosyalist dê karibin bibin hevalbend berî ku dengdar Yekşema bê careke din herin ser sindoqên dengdanê jibo gera duwem. Şirovekar dibêjin, ewê dengdarên herdu partiyan nehêlin ku Bereya Niştimanî di nav hilbijartinan de biserkeve.

Bereya Niştimanî bi siyasetên xwe yên dijî koçberî û dijî Îslam û dijî Euro tê nasîn.

XS
SM
MD
LG