Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Vegera Penaberên Kurd Bo Kobaniyê


Idrîs Nehsan û Ferhad Baqir
Idrîs Nehsan û Ferhad Baqir

Piștî têkçûna Daiș û rizgarbûna Kobaniyê hemwelatiyê penaber hewil dan ku vegerin mal û șûnwarên xwe, lê nebûna derfetên jiyanê û wêraniya berfereh bi taybetî li hindirê bajêr hîșt ku gelek malbat li aliyê din yê sînor bimînin û vegera xwe bo demeke din ragirin.

Îroj rewșa Kobaniyê çawaye û gelo xelk dikarin yekser vegerin û bi awakî berdewam li malên xwe bimînin û wan ji nûve ava kin?

Gelo hîn metirsî hene ku Daiș careke din hewil bide derbasî herêmê be eger em bidin ber çavan ew hîn li derdorê ne û hêza wan yekcar tune nebûye?

Kî niha beșdare di nûavakirina Kobaniyê de û çi astengî di vê derbarê de hene?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna du mîvanan vê babetê ronî dike;

Endamê komeleya parêzerên Kobaniyê rêzdar Ferhad Baqir ku li bajarê Urfa li Tirkîyê dimîne; û Peyvdarê Desteya Bilind a Nûavakirina Kobaniyê rêzdar Idrîs Nehsan ku li bajarê Kobaniyê dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Sense & Stance 3_24_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:39 0:00

XS
SM
MD
LG