Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport radgehînin Îsraîl Sîxuriyê Dike Li Guftûgoyên Navokî Yên Li Gel Îranê


Di dema ku Amerîka û gurûpa pênc hêzên din yên cîhanê guftûgoyên navokî li gel Îranê dikin, hevalbenda Amerîka, Îsraîl sîxurî bikar anî ji bo komkirina agahiyên axaftin û karên paș perdeyan, da ku her rêkeftineke pêșbîn ji hev bixe, li gor raporteke ku rojnameya Wall Street derengî roja Dușemê belav kir.

Rojnameyê got berpirsên mezin yê Koșka Spî sala par naskirin ku Îsraîl bi dizî li agahiyên Amerîka yên taybet û pêwendiyên wê yên li gel diplomatên Ewropî guhdarî dike, ji bo ku agahiyên berfeh yên axaftinan wergire.

Raport dibêje Îsraîl sîxuriya rasterast ya li ser Amerîka red kir, lê wê agahî wergirtin bi riya binçavkirin serkirdeyên Îranî yên ku agahiyên dawî yên kombûnan wergirtin.

Tê zanîn ku diplomat û șarezayên Îran û gurûpa ku pêk tê ji Amerîka, Brîtanya, Çîn, Frensa, Rûsya û Almanya, ew hewil didin bigihin rêkeftineka gerantî bike ku Îran pilana avakirina çekên navokî nake, li beramber rizgarkirina Îran ji cezayên aborî.

Aliyan pejirand ku berferehiya gotûbêjên xwe nepenî bihêlin, da bandora tiștekî ji derve li encamên wan nebin.

XS
SM
MD
LG