Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kesekî Sax Di Ketina Balafira Airbus De Nîne


Serokê Frensa Francois Hollande dibêje diyare kesekî sax nîne li ser balafira Airbus A320 ku îroj Sêșemê sibehê li Alps, Frensa ket xwarê.

Geșta Germanwings 9525, ku 155 kes têda bûn, ew ji Berșelona, Spanya diçû Dusseldorf, Almanya.

Desthilatdar dibêjin bermayên balafirê ji aliyê helîkoperan ve hatin dîtin li navçeya ku hatî control kirin li rojhilata bașûrê Frensa û dê zehmet be ji bo tîmên vekolînê ku bigihin wir.

Balafirê pêwendiyeke kurt a astengiyê șand berî ku ji ser ekranên Radar winda be.

Tê zanîn ku Germanwings ew șaxeke ji hêla esmanî Lufthansa ku bingeh li Almanya ye.

Rêzdar Hollande dibêje renge gelek hemwelatiyên Almanî di nav qurbaniyan de bin.

XS
SM
MD
LG