Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerê Fransî: Firokevanê Dûyê Zanabûn Firoka Germanwings Gêr Kir


Dozgerê bajarê Marsîlya Brice Robin
Dozgerê bajarê Marsîlya Brice Robin

Dozgerekî Fransî îro Pêncşemê dibêje, pîlotê duyê ya firoka Germanwings, ku li Alpên Fransî ketibû xwarê, hewil daye ku bi zanabûn firok birûxîne.

Dozgerê bajarê Marsîlya Brice Robin got, firokevanê 28 salî Andreas Lubitz derî kokpît dada û nehêla ku pîlotê serekî careke din têkeve nav kokpît.

Robin da zanîn ku Lubitz xwestiye ku kontrola Airbus A320 bigire destê xwe û dû re jî firok di seeteke de 700 km anîye xwarê û li devereke dûrdest ya çîyayên berfîn xistiye.

"Nizimkirina firokê bi vî rengî tenê bi mebesteke zanabûn pêkan e. Di bin hemî şertan de ketina firokê bi qast e,” Robin di civîna ragihandinê de got.

Wî lêzêde kir ku heta niha agahîyeke dest neketiye ku nîşan dide ketina firoka Alman kiryareke terorîstî ye.

XS
SM
MD
LG