Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzgeha Hesekê Careke din Rastî Xwe-teqîna Turimbêlekê Bûmbekirî bû


Piştî herdû kiryarên hovane li ser bajarê Heskê di roja şahiya Newrozê de, bi du xwe-peqînan de, dîsanê ew rastî teqîneke din hat li bakûrî bajêr, ku turmbêleke Asayêşin Kurdî bû armanca wê teqînê de, û di encama wê de yek ji endamê Asayêşê jiyana xwe ji dest da û yekî dinjî birîndar bûye. Ev teqînên bi vî awa yî rûnştcihên Hesekê xistiye bin metersînekê de ku ew di rojên tê de zêdetir bibin.

Di derbarî vê bûyerê de, Dengê Amêrîka Hevpeyvînek bi du çalkvanên Kurd re kiriye, Raman Îsa û Xalid Omer ku ew li bajarê Hesekê dimînin û zaneyariyên bêtir xistin nav destê me de.

Rêzard Raman dibêje, ku hemû pêkhatiyên Hesekê di bin gef û metirsîna kiryarên wha de ne, û divê ku huşyarê bê kirin da ku kesên sivîl nebin armanca xwe-teqînan de.

Herwisa jî birêz Xalid Omar jî dibêje, parastina Hesekê ji herkesê tê xwestin û bi taybetî herdû encûmenên Kurdî ENKS û TEV-DEM ku bi yek biryar û yek helwest li hember kiryarên wisa rawestin.

Raman Îsa û Xalid Omar-3-26-15-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:06 0:00

XS
SM
MD
LG