Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xedîca Bekir: Huner Kare Pêwendiyan di nav Mirovan de Xurtir Bike


Deng û Reng : Bernama heftane ye, her roja Sêşemê tê weşandin ji Dengê Amêrîka, li ser berhemên hunersaziya Kurdî, Şêwekarî, Mûzîk, Peykersazî, Sînema û Şano ye.

Mêvana xeleka yekem ya Deng û Reng, hunermenda Şêwekar Xedîca Bekire, ku nuha li welatê Keneda bi cî bûye û li wir karê xwe yê hunerî berdewam dike.

Xedîca Bekir yeke ji hunermendên ku şêwe û rengê berhemên xwe guhertiye bi aliyê hunera modern ( nûjen), him bi alva û amêrên xwe, him jî bi mijar û navnîşana wan.

Xedîca xwendina xwe ya hunerî li zanîngeha Dîmeşqê beşê hunera ciwan qedandiye, di sala 1999 an de, û xwendina xwe ya bilind jî li Keneda berdewam kirîye.

Xedîca ji teknîka kilasîk ya hunera şêwekariyê ve derketiye warê performansê, ku bi gewdê xwe û alavên berdest berhema xwe dide ber çavê bîneran û car carna jî wan beşdarî nav berhema xwe dike. Di hevpeyvîna xwe de, bi Dengê Amêrîka re Xedîca li ser vê guhertina hat got , ku rewşa Kurdan û her qîrana Sûrî bandoreke mezin li ser berhema wê kir, ji ber wê keval ne besî wê bû ku hest û derbirînê xwe derîne, wê berê xwe da hunera performansê jî da ku pêywendiyê bi derdora xwe bike di riya hunerê ve, wekû ku ew tîne ziman û dibêje : “Baweriya min bi pêywendiyan gelekî tê , û lêvedana temanşekirina berhemke hunerî li ser biyaniyan, wê çi encamê bide.”

Xedîja Bekir, li bajarê Amûdê/Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, û zaroktiya xwe li wir qedandiye , paşîn ewê xwendina xwe ya hunerî li Zanîngeha Dîmeşqê qedandiye. Di sala 2001 ê de li Montryal/Keneda bi cî bûye û li wir xwendina xwe ya bilind qedandiye.

Xedîca bi berhemên xwe beşdarî nav gelek pêşengehan bûye, çi li Kurdistanê, Sûriye û çi welatên cîhanî de.

Berhemên wê yên dawî li ser vîdyo û inmation e , herwisa jî performansê bi alîkariya derbirîniyên mûzîk û rengan di bin navnîşanê hestyarî de mîna : (Min bitenê nehêle, ez hîna saxim) , ( Zemawendeke Sûrî), (Li paş dîwar) û hin karên din.

ji bo bê tir zaneyarî : ev lînka malpera Xedîca Bekir ya Fermî ye.

http://khadijabaker.com/

Deng û Reng- Xedîca Bekir-3-17-2015
please wait

No media source currently available

0:00 0:14:30 0:00


Hûn dikarin bêtir berhemên hunermend Xedîca Bekir li vir û vir bibînin.

XS
SM
MD
LG