Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêvegera Sîyasî Kombûna Xwe Bê ENKS Pêk Anî


Endamên Lêvegera Sîyasî civîna xwe normal, bê nûnerên ENKS, li Qamişlo darxist.

ENKS endemtîya xwe di nava lêvegerê de dabû rawistandin, bi sedema hilbijartinên şaredarîyan ku ji alîyê rêvebirîyê ve hatibû darxistin.

Hevserokê TEV-DEM û endamê Lêvegera Sîyasî Aldar Xelîl jibo Dengê Amerîka anî ziman ku wê lêveger daxwaz ji alîyên Kurdistanî bike ku zextê li ENKS bikin ku vegere nav lêvegerê.

"Ne tenê Seroktîya Herêma Kurdistanê, lê hemî alîyên Kurdistanî ku piştgirîya Lêvegera Sîyasî dikirin gerek e bi ENKS re biaxivin ku vegere nav lêvegerê."

Civîna Lêvegera Sîyasî ya îro, hatibû biryardan di civîna lêvegerê de ku nûnerên ENKS hazir bibûn.

Nasredîn Îbrahîm, endamê lêvegerê vê agahîyê piştrast dike û wiha dibêje:

"Biryara civîna me ya îro ya hemû endamên nûnerê bû, tevî nûnerên ENKS, lê ew îro hazir nebûn."

Di civîna lêvegerê ku bêyî nûnerên ENKS hat darxistin de tenê mijara nehatina nûnerên ENKS hatin nirxandin.

XS
SM
MD
LG