Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hozan Îbrahîm: Neteweyên Yekgirtî Nema Dikare Jimara Durist Li Sûriyê Dabîn Bike


Hozan Îbrahîm
Hozan Îbrahîm

Berpirsa karûbarên mirovatî di Neteweyên Yekgirtî de Valerie Amos ji civata parastinê re ragihand ku jimara xelkê Sûrî yê rastî mirin, birçîbûn û nebûna alavên saxlemiyê dibe bilindtir bûye. Wê diyar kir bi deh hezaran xelkê sivîl dorpêçkirî ne û alîkarî nagihin wan.

Çalakvanê Kurdê Sûrî rêzdar Hozan Îbrahîm, ji Dengê Amerîka re ronî da ser evê babetê û got:

“Jimarên rast li ser erdê gelekî bêhtirin ji yên Neteweyên Yekgirtî û rewșa wan her diçe xerabtir dibe. Neteweyên yekgirtî nema dikare jimarên rastîn dabîn bike.”

Îbrahîm ku niha li Almanya dimîne, her wiha ragihand ku nebûna opozisyoneke yekgirtî bandoreke neyênî da ser rewșa xelkê sivîl ne tenê ji aliyê çekdarî ve, belê li ser asta dabînkirina alîkariyan ji bo wan.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê , faylê deng veke

Hozan Îbrahîm SW 03_28_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:08 0:00

XS
SM
MD
LG