Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jineke Fransî ku di Êrîşa Mûzexaneya Tûnisê de Birîndar Bibû, Mir


Dîmenek ji mûzexaneya Bedro li Tûnisa paytext.
Dîmenek ji mûzexaneya Bedro li Tûnisa paytext.

Ofîsa serokê Fransayê dibêje, welatiyê çarem yê Fransî ku di êrîşa 18ê Adarê ya li ser mûzexaneya Bedro li Tûnişê birîndar bû, miriye. Bi vê yekê jimara qurbaniyên êrîşê digihêje 22 kesan.

Daxuyaniya ku îro Şemiyê belav bû, xanima Fransî wekî Madame Dupeu da nasîn.

Di wê êrşê de, polîsên Tûnisê du êrîşbirên çekdar kuştin.

Nûçeya mirina xanima Fransî tê, rojekê berî ku serokê Fransayê Francois Hollande ligel hinek rêberên din tevlî meşekê li paytexta Tûnisê dibin. Tê çaverêkirin ku bi hezaran welatiyên Tûnisî beşdarî meşê bibin.

Dewleta Îslamî (Daîş) berpirsiya êrîşa Bedro xistiye stûyê xwe.

XS
SM
MD
LG