Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartinên Nejîryayê bo Rojekê Tên Dirêjkirin


Dengdan di hilbijartinên niştimanî yên Nejîryayê de îro Yekşemê berdewam dike, piştî karbidestan roja Şemiyê jimareke navendên dengdanê li hinek deveran jiber kêşeyên teknîkî rawestandin.

Dengdan li piraniya deverên welêt bi xweşikayî derbas bû û nuha deng tên jimartin. Lê Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinên Niştimanî li Nejîryayê got, dengdana Yekşemê dê li wan deveran were kirin ku hîn hilbijartin lê çê nebûne.

Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki Moon pîrozbahiya Nejîrya li ser van hilbijartinên ku bi giştî aştiyane bûn, kir. Wî got, tiştekî balkêş bû ku xelkê Nejîryayê dixwestin bi coş mafê xwe yê dengdanê bicî bînin.

Lê li stana Gombe ya bakur rojhilatê welêt, êrîşek ji aliyê rêxistina Boko Haram ve di dema dengdanê de pêk hat. Dîdevan ji Dengê Amerîka re dibêjin ku çekdaran êrîş birin ser sê gundan û bi kêmî 24 kes kuştin.

Hilbijartinên serokatî û parlamenî li Nejîryayê pêk hatin, piştî paşvexistina bo şeş hefteyan jiber kiryarên Boko Haram li bakur rojhilatê welêt.

XS
SM
MD
LG