Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komeke Mîlîtan Teqîna Zanîngehê li Misirê Dixe Stûyê Xwe


Komeke mîlîtan ya Misirî berpirsiya teqîna roja Şemiyê ya li pêş Zanîngeha Qahîre xiste stûyê xwe. Di encama wê teqînê de, 8 kes birîndar bûn, di nav wan de çar efserên polîs hebûn.

Grûpa Ajnad Misir anku Leşkerên Misirê di daxuyaniyekê de ku li ser malpereke mîlîtanan hate belav kirin got ku wê bombe li pêş dergehê sereke yê zanîngehê çandibû, da ku efserên polîs û hêzên ewlekariyê bikin armanc. Daxuyaniyê got, ti kesên sivîl di teqînê de birîndar nebûn.

Mîlîtanên ku bi giştî hêzên ewlekariyê dikin armanc, berê daxuyaniyên xwe li ser malperekê ser bi Dewleta Îslamî (Daîş) ve belav kirine.

Ji dema rakirina serokê Îslamî yê berê Mihemed Mursî di sala 2013 de, Misir rastî gelek êrîşên mîlîtanan hatiye ku piraniya wan hêzên ewlekariyê dikin armanc.

XS
SM
MD
LG