Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Asmanî li Yemenê Berdewam Dikin


Êrîşên asmanî yên koalisyona bi serkêşiya Erebistana Saudî derengî şevê heta Duşemê li Yemenê berdewam kirin. Ev êrîş hatin, piştî rêberên Ereb soz dan ku kempeyna xwe ya leşkerî berdewam bikin heta ku serhildêrên Houthî yên Îran piştgiriya wan dike, xwe radest bikin.

Di roja pêncemîn de ji êrîşên asmanî, firokên şer Senaya paytext û deverên din kirin armanc. Ev êrîş tên wekî piştgirî jibo Serok Ebid Rebû Mensûr Had yê ku hefteya bûrî daxwaza alîkariyê kir û got ku Houthî hewildanên aştiyê red kirine.

Serhildêrên Houthî yên Şîa Êlûna bûrî girtin ser Senayê û di van hefteyên dawî de ber bi bajarê Eden yê başûrê welêt ve jî çûne. Serok Hadî li Eden bicih bibû da ku hikûmeta xwe ji wê de birêve bibe. Lê hefteya bûrî ew ji Yemen ber bi Riyad, paytexta Erebistana Saudî ve çû.

Sekreterê Giştî yê Komkara Ereb Nebîl el Erebî do Yekşemê got ku divê hikûmeta Serok Hadî ya rewa jinûve were danîn.

Di vê derbarê de, hevkarê me Dexîlê Şemo di programa xwe ya heftane Em û Siyaset de du pisporan dike mêvanên xwe: Dr. Wecîh Ebdo, Profesorê Zanîngeha Duhokê û birêz Mesûd Lawe, sernivîskarê rojnameya El Şerq El Ewset ya Londonî.

Em û Siyaset
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:48 0:00

XS
SM
MD
LG