Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partiya Hollande di Hilbijartinên Xwecihî yên Fransayê de Biserneket


Partiya Sosyalist ya desthilatdar li Fransayê û rêberê wê Francois Hollande rastî têkçûnekê di hilbijartinên xwecihî yên roja Yekşemê de hatin.

Partiya Sosyalist di hilbijartinan de derketibû hember Partiya parêzkar (UMP) ya Serokê berê Nicolas Sarkozy û Partiya Bereya Niştimanî ya rastgir ku bi siyaseta xwe ya dijî koçberî û Îslamî tê nasîn.

Dengdanên Fransî di hilbijartinên gera duwemîn de 4108 kes hilbijartin da ku nûnertiya wan di 98 civatên xwecihî de bikin.

Sosyalistan dora nîvê civatên xwe ji partiya UMP re winda kir. Ev yek jî rê ji birêz Sarkozy re vedike ku amadekariya xwe jibo hilbijartinên serokatiyê yên 2017 bike.

Li aliyê din, Partiya Bereya Niştimanî ya radîkal ti civat bi temamî bidest nexist, lê jimareke kandîdên wê li seranserî welêt kursî di civatên xwecihî de bidest xistin. Ev serkeftin jibo rêbera Bereya Niştimanî Marine Le Pen dibe wekî destpêka piştgiriyeke gerlêrî di kempeya wê de jibo hilbijartinên serokatiyê.

XS
SM
MD
LG