Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çend Demjimêr Berî Qedandina Demê, Hîn Cudahî li ser Gotûbêjên Navokî yên Îranê Dimînin


Gotûbêjên li ser rawestandina programa Îranê ya navokî îro Sêşemê ketin demjimêrên xwe yên dawî de berî qedandina dema destnîşankirî.

Tîmên Îran û şeş welatên mezin yên cîhanê hewil didin ku 18 meh ji gotûbêjan bikin bingehek jibo rêkeftineke sergihayî.

Karbidestan li Lausanne ya Swîsrayê, nêrîn û hêviyên cuda li ser karê ku tê kirin nîşan dan.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry got, hinek pirsgirêkên dijwar her dimînin, li dema ku mezine danûstandkarê Îranî Ebas Ereqçî got ku dibe rêkeftin yan Sêşemê yan Çarşemê pêk were.

Îran û şeş welatên mezin berê du caran dema destnîşankirî dirêj kirine, ji dema ku li Novembera 2013 lihev kirin ku bigihêjin rêkeftineke navokî.

Şeş welatên mezin yên cîhanê ku danûstandinê bi Îran re dikin ev in: Amerîka, Almanya, Brîtanya, Çîn, Fransa û Rûsya.

XS
SM
MD
LG