Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye: Dibe ku Rahênan û Biçekkirina Opozisyona Sûrî Gulanê Destpê Bike


Wezîrê Berevaniya Tirkiyê dibêje, dibe ku programeke hevbeş ya Amerîkî Tirkî jibo rahênan û biçekkirina opozisyona Sûrî meha Gulanê destpê bike.

Lê belê, Îsmet Yilmaz îro Sêşemê ji rojnamevanan re got ku herdu alî hîn gotûbêjan pêk tînin jibo bijartina wan leşkerên ku têkevin vê programê.

Amerîka û Tirkiyê, piştî çend mehan ji danûstandinan, Sibata bûrî gihiştin rêkeftinekê jibo rahênan û biçekkirina serhildêrên Sûrî. Karbidestên Tirk berê ragihandibûn ku ewê proses meha Adarê destpê kiriba.

Amerîka dora 1200 serhildêrên Sûrî yên nermrê hilbijartiye da ku beşdarî vê programê li Tirkiyê, Erebistana Saudî û Qeter bibin. Kongresa Amerîkî jî biryarek pesend kir jibo rahênanê û pêşkêşkirina 500 milyon dolar bo 5 hezar serhildêrên Sûrî di sala bê de.

Program bi taybet jibo şerê mîlîtanên rêxistina Dewleta Îslamî (Daîş) hatiye amadekirin.

XS
SM
MD
LG