Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Elektrîk Qut Bû, Jiyan Rawestiya


Roja Sêşemê danê sibê jiber sedemên nediyar sîstema elektrîka Tirkiyê têk çû û li bêhtirî 30 bajaran kehrebe nehate dayîn.

Bi têkçûna sîstema elektrîkê re ku bi taybet li bajarên mezin ên Tirkîyê Stenbol, Enqere, Îzmîr, Bursa, Amed û Antalya jî bandor kir, jiyana rojane rawestiya.

Li Stenbolê ji bilî rawestîna kargehên mezin yên berhemanînê, li nav bajêr jî li ber çûn û hatina hemwelatiyan astengî derketin. Metro, Marmaray û Tramway ku rojê bi milyonan hemwelatî bikar tînin jiber têkçûna sîstema kehrebeyê kar nekirin.

Piştî têkçûna sîstema elektrîkê Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz bi daxuyaniyekê ragihand ku ew hewil didin hêdî hêdî kehrebeyê bigihînin gelek deveran.

“Dibe ku gelek sedemên cuda yên qûtbûna elektrîkê hebin. Em niha nikarin têr behsa wan sedeman bikin. Navenda me ya krîzê heye, li wir tê şopandin. Ez niha nikarim bêjim êrîşeke sîber çêbûye. Emê piştî vekolînê hîn bibin.”

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu jî berî ku li gruba parlemanê gotara xwe pêşkeş bike li ser pirsgirêka elektrîkê daxuyanî da.

“Wezareta me ya enerjiyê maseya krîzê daniye. Em li ser hemû îhtîmalan lêkolînê dikin. Gelo dibe ku êrîşeke terorê be, em vê jî lêkolîn dikin. Dixwazim vê jî bêjim ku kehrebeya me têra me dike û ti kêşe di wir de tune ye. Li demeke ku kehrebe kêm tê bikaranîn, ev bûyer pêk hatiye. Wezareta Enerjiyê wê serê seetekê daxuyaniyên pêwîst bide.”

Piştî têkçûna sîstema elektrîkê li gelek bajarên Tirkiyê hemwelatiyan xwest ku xwe bi rêya telefon û malperan bigihînin kompaniya elektrîkê TEIAŞ’ê, lê jiber têkçûna santralan û malperên înternetê nekarîn ti bersivekê bistînin.

Bi taybet li bajarên mîna Stenbolê bi milyonan hemwelatî jiber nebûna kehrebeyê nekarîn karûbarên xwe yên rojane bikin û gelek fabrîke jî jiber nebûna elektrîkê karê xwe rawestandin.

Tê ragihandin ku wê ev pirsgirêka qûtbûna elektrîkê li seranserê Tirkiyê ji xeynî astengkirina jiyana rojane herwiha ziyaneke mezin ya madî jî bide kargehan û hemwelatiyan.

ST_Stenbol
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:15 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG